Heyeta Misrê ji bo muzakereyan çû Tel Avîvê

Heyeta Misrê ji bo muzakereyan çû Tel Avîvê

PeyamaKurd – Heyetekî ji Misrê ji bo li Xezzayê agirbes bibe, rehîneyan serbest berdin û hevdîtinan bike çû Îsraîlê û bi rêvebirên Îsraîlê re civiya. Hamsa jî welatên ku banga aştiyê kirin rexne kir.

Li gor çavkaniyekî ku ji ajansa Reutersê re gotiye; cara dawiyê îro heyetekî ji Misrê ji bo şerê Xezzayê biqedîne û agibesê çêbike bi rêvebirên Îsraîlê re civiyaye. Çavkanî gotiye ku daxwazeka nû ya Îsraîlê tine lê berê serbest berdana 43 rehîneyan hebû û dibe ku ev 33 rehîne bin jî û dikarin li ser agirbesekî sînordar biaxifin. Çavkanî gotiye:

“Niha di navbera Hamas û Îsraîlê de hevdîtina li ser rehîna tine. Teklîfeka Îsraîlê ya weha tine. Di nav wan de jin, pîr û nexweş hene ku 33 ji wan serbest berdin, ew jî teklîfa Misrê ye û Misir dixwaze ji nûh de hevdîtinan bide destpêkirin.”

Li gor ragihandina çavkaniya navborî ya li jorê; Qatar hinek di derveyê hevdîtinan de maye ji ber Îsraîlê ji wan xwestiye ku Hamasê ji welatê xwe derxin û fînansa wan kêm bikin. Qatar bersiva Îsraîlê nedaye û ketiye plana duyem.