DYA li Xezzeyê kelgeheke deryayê ava dike

DYA li Xezzeyê kelgeheke deryayê ava dike

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku di pêngaveke çaverêkirî de, artêşa DYAyê li Xezzeyê dest bi avakirina kelgekê dike.

PENTAGONê da zanîn ku ev kelgeh ji bo rê bide alîkariyên mirovî da ku derbazî Xezzeyê bibin tê avakirin û tê plankirin ku ew kelgeh di destpêka meha Gulanê de temam bibe.

Li gorî nûçeya Reutersê, Serokê DYAyê Joe Biden di meha Adarê de ragihandibû ku artêşa DYAyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ya bi rêya deryayê, wê li peravên Deryaya Navîn a Xezzeyê kelgeheke demkî ava bike.

Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de, di derbarê mijarê de ji rojnamevanan re got: "Ez dikarim piştrast bikim ku keştiyên leşkerî yên DYAyê ku yek ji wan USNS Benavidez e, dest bi avakirina qonaxa yekem a kelgeha demkî ya deryayê kirine.”

Tê gotin ku ev kelgeh, beşek ji hewldana ji bo pêşî li birçîbûna li Xezzeyê bigire.

Di şeş mehen derbazbûyî yê şerê Îsraîl û Hemasê de herêma Xezzeyê wêran bû û 2.3 mîlyon kes arasteyî nav karesateke mirovî bûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku gelê li Xezzeyê bi birçîbûnê re rû bi rû ye û ji 'astengên mezin' ên li pêşiya gihîştin û belavkirina alîkariyê ya li seranserê Xêza Xezzeyê giliyên xwe ragihand.

Rêxistinên alîkariyê û rêveberiya Biden bang li Îsraîlê dikin ku gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê hêsan bike û rê bide konvoyên alîkariyê ku bi ewle derbasî nava Xêza Xezzeyê bibin.