WHOyê bajarên hewaya wan herî qrêj aşkere kir

WHOyê bajarên hewaya wan herî qrêj aşkere kir

PeyamaKurdDigel ku Hindistan û tevahiya Asyaya Başûr bi hewaya qirêj û jehrîn re tekoşîna xwe didomînin, li gor daneyan; di 2023an de Delhiya Nû wekî paytexta hewa wê herî qirêj a cîhanê hate tomarkirin.

Li gorî nûçeya Sky Newsê, di rapora koma çavdêriya qualîteya hewayê ya IQAir a Swîsreyê ya di derbarê bajarên hewa wan herî qirêj ên cîhanê amade kir de, hat diyarkirin ku ji 10 bajarên hewa wan herî qirêjî ye 9 jê li Hindistanê ne.

New Delhi yekemîn paytext û sêyemîn bajarê ku hewa wê herî qirêjî ye hate tomarkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku divê welatên cîhanê rêjeya konsantrasyonê 5μg/m³ PM2.5 bikin armanc.

 

Rêxistinê hişyarî da ku kesên ku hewaya qrêjî dihenasin tûşî gellek nexweşiyên wek pençeşêr, dil, felc hwd dibin.

Her wiha hate gotin ku PM2.5 dikare bi hêsanî derbazî pişikan bibe û bikeve nav xwînê.

Rapora IQAirê ya pirsê eşkere kir ku Begusarai ya li eyaleta Bihar a Hindistanê bajarê herî qirêj ê cîhanê ye, bi navgîniya salane ya PM2.5 118,9 μg/m³.

Lahore li Pakistana cîran bi navînî 99,5 μg/m³ di rêza pêncemîn de ye.

Welatê herî qirêj Bangladeş e

Di raporê de her wiha hat dîtin ku Bangladeş welatê herî qirêj ê cîhanê ye, bi rêjeya salane ya PM2.5 79.9 μg/m³.

Li gorî raporê, Pakistan bi 73,7 μg/m³ di rêza duyemîn de, Hindistan bi 54,4 μg/m³ di rêza sêyemîn de ye û Tacîkistan bi 49 μg/m³ di rêza çaremîn de ye.

Van encaman herêma Asyaya Başûr dike herêma herî qirêj a cîhanê.