WFP: Artêşa Îsraîlê gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê asteng kir

WFP: Artêşa Îsraîlê gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê asteng kir

PeyamaKurd - Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ragihand ku piştî du hefteyan yekem car xebatên wan ên gihandina xwarinê ya ji bo bakurê Xezzeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine astengkirin.

WFPê da zanîn ku karwaneke ji 14 kamyonan pêk tê ku 200 ton alîkarî barkirî bûn, piştî ku 3 demjimêran li xala kontrolê ya Xêza Xezeyê mabû, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve paşve hatiye vegerandin.

WFPê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku piştî karwan paşve hate vegerandin, ji aliyê Filistîniyan ve hate talankirin.

Di daxuyaniya WFPê de wiha hate gotin: "Xebatên gihandina alîkariya pêdiviyên mirovî ji nû ve destpê kir, lê belê gihandin bê rêjeyeke mezin têk çû."

WFPê di du hefteyên dawî de yekem car hewl da ku alîkariyê bigihîne bakurê Xezzeyê.

Rêxistinê di 20 Sebatê de ragihandibû ku ji ber têkçûna asayîşê, karwanên ku di destpêkê de çûbûn herêmê rastî qeyraneke giran hatine û ji ber wê yekê arastekirina alîkariyan hatiye rawestandin.