Texsiyên difirin dest bi kar dikin
PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku wê heta sala 2028an xizmeta texsiyên difirin dest pê bike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê wê texsiyên difirin heta 2028an û yên bê ajotvan difirin jî heta 2030î dest bi xizmetê bikin.
Li gorî daxuyaniyê wê ew texsî hem ji helîkopteran erzantir bin hem jî bileztir û bêdengtir bin.
Hêjayî gotinê ye, heta niha çend kompiyan ceribandinên firînê yên texsiyên asmanî kirine, lê ji ber lîsansa wan nîne hîn bi fermî nikarin karê texsiyêne difirin bikin.