Serok Barzanî: Helwesta PDKê ji bo parastina nirxên demokratîk û hilbijartinên dadperwerane ye

Serok Barzanî: Helwesta PDKê ji bo parastina nirxên demokratîk û hilbijartinên dadperwerane ye

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Nîsanê roja Çarşemê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Siller kir.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatiye kirin û Serok Barzanî gotiye, ew ji destpêka serhildana gelê Kurdistanê ve destpêşxerê demokrasî û hilbijartinan bûye û her tim amade ye hilbijartinên Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Serok Barzanî daye zanîn, ew têbîniyên PDK'ê li ser hilbijartinan, ji ber dûrxistina pêkhateyan ji hilbijartinê, zêdebûna pirsgirêkên teknîkî, guhertinên nedestûrî yên di yasaya hilbijartinê de û hewlên bo dîzayana pêşwext a encamên hilbijartinê bû. PDKê jî ji bo parastina nirxên demokratîk û hilbijartinên dadperwerane, ev helwest girtiye.

Serok Barzanî got ku PDK her tim li gel hilbijartinan bûye û niha jî PDK daxwaz dike ku di zûtirîn demê de ew kêşeyên teknîkî yên ku rê li ber birêveçûna hilbijartinên dirust digirin, bên çareserkirin û çareseriyeke guncayî ji bo beşdariya pêkhateyan bê dîtin û mafên wan neyên binpêkirin.

Herwiha Serok Barzanî, bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku garantoriya lidarxistina hilbijartinên zelal û dadperwerane bike da ku encamên hilbijartinan dengê gel û îradeya rast a gelê Kurd nîşan bide.

Serok Barzanî spasiya helwesta civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku hatine ser xetê û nêrîn û têbînîyên PDKê bi cidî girtine û bal kişand ser, nabe di wê dema ku ji bo hilbijartinan hatiye diyarkirin de hilbijartinek pak û daperwerane bê kirin. Lê hindek pêşketin heye ku alî bi hev re ji bo jinavbirina pirsgirêkan kar bikin û bêguman çareserkirina wan pirsgirêkan pêwîstî bi derfetên zêdetir heye, lewra paşxistina hilbijartinan bo çend mehan gelek girîngtir e ji lidarxistina hilbijartinên ku tê de mafên dengderan û pêkhateyan bê binpêkirin.

Serok Barzanî hêvî xwest ku bi beşdariya hemû aliyan, Neteweyên Yekbûyî û Komîsyona Iraqê kêmanî bêne çareserkirin û rê li ber hilbijartinên rasteqîne, pak û zelal bê vekirin û çareseriyeke guncaw ji bo beşdariya pêkhateyan bê dîtin.