Rojava | Amerîkayê 11 welatiyên xwe yên DAIŞê ji Kampa Holê wergirt
PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) 5 ji wan zarok 11 welatiyên xwe yên DAIŞî ji Kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê wergirt.
Wezareta Derve ya Amerîka li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand, 5 ji wan zarok 11 welatiyên Amerîkî yên DAIŞî ji Kampa Holê ya Hesekê hatine wergirtin û tevî birayê welatiyekî Amerîkî yê 9 salî vegerandine welatê wan.
Wezaretê daye zanîn ku ev vegerandina herî mezin ya welatiyên Amerîka ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Wezareta Derve ya Amerîka anî ziman ku yek ji çareseriya sereke ya krîza mirovî ya li herêmê vegerandina welatiyên xwe yên ji herêmê ne û ew ji bo welatiyên din yên dixwazin malbatên xwe yên DAIŞî ji Kampa Holê werbigrin bibin alîkar.
Hate ragihandin ku 2 ji wan zarok 8 Kanadî, 4 Holandî û Fînlandiyek jî ji bo welatên wan hatine vegerandin.
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ji ber hevkariya wan, spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk kir.