Li Kerkûkê şewat: Zêdetirî 100 dikan şewitîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro danê sibehê agir bi Bazarê Qeyserî ya kevan Kerkûkê ket û heta niha zêdetirî 100 dikan şewitîn ku guman heye mirî û birîndar jî hebin.
Li gorî zanyariyan îro 19ê Gulanê danê sibehê agirekî mezin ê bi Bazarê Qeyserî yê kevan a Qeyserî ya Kerkûkê ket.
Hate ragihandin ku agir piştî zêdetirî 2 demjimêran ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hat kontrolkirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê zêdetirî 100 dikan û embar bi temamî şewitîne û bi dehan dikanên din jî ziyan dîtine.
Hate zanîn dikanên şewitîne yên cilûbergên zarokan û jinan e.