Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Wezîrê Bazirganiya Iraqê re civiya

Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Wezîrê Bazirganiya Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê ku herdu jî li serdana Îranê ne, li Tehranê hevdîtinek pêk anîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 7ê Gulanê bi Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê Esîr Dawid Elxurêrî re civiya ku niha bi serdanekê li Tehranê ye. Di hevdîtinê de danûstandin li ser pêwendî û asta livîna bazirganî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê hate kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser warên bazirganî û çalakiyên aborî yên Iranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çawaniya peydakirina derfetên baştir ên bazirganî û nehiştina berbestên di rêya xwe de pev guhertin.

Herwiha her du aliyan girîngiya berfirehkirina sektora bazirganiyê di navbera xwe de anî ziman ku dê bandoreke erênî li ser vejandina aborîya her du aliyan bike.