Li Dêrsimê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonên biserdegirtina malan de 5 kes hatine desteserkirin.
Li navenda bajêr a Dêrsimê û navçeya wê ya Qisleyê hêzên ewlehiyê yên Tirikyiyeyê bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxistinê” bi ser gellek malan de girtin.
Hate ragihandin ku li navenda Dêrsimê di biserdegirtina malan de welatiyên bi navê Makbule Nakiş, Emine Surgeç û Eylem Surgeç hatine desteserkirin.
Herwiha li navçeya Qisleyê jî Torun Dîlsizê 71 salî û keça wî Ozlem Dîlsiz hatine desteserkirin.
Li gorî zanyariyan Torun Dîlsizê 71 salî nexweş e û di dema desteserkirinê de rewşa wî ya tenduristiyê têk çûye.