Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeya Senatoya DYAyê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeya Senatoya DYAyê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeya Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ji Senator Ted Badd û Senator Johnny Ernst û rayedarê DYAyî yên li herêmê û Iraqê pêkhatibû kir.

Di hevdîtina ku Balyoza DYA yê Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Herêma Kurdistanê Mark Straw jî beşdar bûn de geşepêdana peywendiyên dualî û pêşhateyên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û gringiya parastina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şandeya Senatoya DYAyê jî di hevdîtinê de piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de ji ber berdewamiya piştgiriya DYA ya ji bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî hêzên Pêşmerge re spasiya DYAyê kir û tekezî li ser çareserkirina bingeha destûrî û rêkeftinan û rêzgirtina li sîstema federalî ya ji bo mafêne pêkhateyan ên destûrî yên Herêma Kurdistanê ya ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de kir.

Mijareke din a vê hevdîtinê jî hilbijartinên parlamena Kurdistanê bû û di vê derbarê de aliyan tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên azad, zelal û dadperwer a bi beşdariya hemû aliyan û parastina mafên civakan kirin.