Bafil Talebanî li Moskovayê bi Lavrov re hevdîtin kir

Bafil Talebanî li Moskovayê bi Lavrov re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Moskovayê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.

Hat diyarkirin ku di civîna ku bi amadebûna Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya YNKê Derbaz Kosret Resûl pêk hat de rewşa dawî ya siyasî, aborî û ewlekarî ya herêmê hate gotûbêjkirin.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, di hevdîtinê de Bafil Talebanî tekezî li ser pêşxistina destpêşxeriyên navdewletî kir û bal kişand ser mijarên ku bi hemahengî ji bo jinavbirina fikrên cudaxwaz, pirsgirêkên ewlehiyê û êrîşên terorîstî yên berdewam tên kirin.

Hat ragihandin ku Serokê YNKê Talebanî êrîşa terorîstî ya ku li Moskovayê jiyana xwe ji dest dane şermezar kir û sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest.

Herwiha li ser pêşketinên demdirêj ên di navbera gelê Kurd û Rûsyayê de jî hat axaftin. Wî tekezî li ser daxwaza pêşketin û hilbijartina her du aliyan kir.