Hadî Amirî: Pirsgirêkên nav Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriyê ve diçin

Hadî Amirî: Pirsgirêkên nav Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriyê ve diçin

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Nebinî Hadi Amirî diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê ji bo bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê pir gring in. Hadî Amirî got: Pirsgirêkên nav Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriyê ve diçin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de îro bi Serokê Hevpeymaniya Nebinî Hadî Amirî re jî civîn pêk anî.

Hadî Amirî li ser civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re got:

“Amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê di civînên birêvebirina Iraqê de pir gring e. Armanca seredana Serokê Herêma Kurdistanê bihêzkirina pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ye. Ew pirsgirêkên hene jî roj bi roj ber bi çareseriyê ve diçin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Hadî Amirî qala hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî kir û da zanîn ku wê Serokê Herêma Kurdistanê roja pêkanîna hilbijartinan diyar bike.

Amirî herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Nêçîrvan Barzanî wa difikire ku roja hilbijartinê ya ku wê bê diyarkirin, ji aliyê hemû aliyan ve bê pesendkirin.