Stoltenberg: Divê endamên NATO li hember çalakiyên sîxuriyê yên Rûsya hişyar bin

Stoltenberg: Divê endamên NATO li hember çalakiyên sîxuriyê yên Rûsya hişyar bin

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku çalakiyên sîxuriyê yên Rûsyayê li Almanya û Brîtanyayê nayê qebûlkirin.

Stoltenberg beriya hevdîtina ligel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, di civîneke rojnamevanî de ragihand, divê endamên hevpeymana NATOyê li hember çalakiyên sîxuriyê yên Rûsyayê hişyar bin û got, “Hefteya borî li Almanyayê îro jî li Brîtanyayê 2 kesên li ser navê Rûsyayê xebatên sîxuriyê kirine hatine binçavkirin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê piştevaniya xwe bo Almanya û Brîtanyayê diyar kir û wiha pê de çû: “Çalakiyên sîxuriyê yên bi vî awayî nayên qebûlkirin. Wê nikaribin ji piştevaniya me ya bo Ukraynayê re bibin asteng. Em li ser bersivdana çalakiyên dijmimane yên li dijî endamên NATOyê di nav kordînasyoneke nêzîk de ne.”