OPCWê encamên îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî eşkere kir

OPCWê encamên îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî eşkere kir

PeyamaKurd - Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) encamên li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî li Ûkraynayê eşkere kir û ragihand, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Rûsyayê ve tam nehatiye piştrastkirin.

Berdevka OPCWê Elîsabeth Waechter got: “Federasyona Rûsya û Ûkraynayê hevdu tawanbar kirine û OPCW bi wê yekê agahdar kirine. Agahiyên ku ji her du aliyan ve hatine û herwiha agahiyên di destê Sekreteryayê de bi baş nehatine piştrastkirin.”

Waechter hişyarî da û diyar kir: “Dîsa jî rewş dikare biguhere, îhtimala ku madeyên kîmyewî yên bi jehr weke çekekê bêne bikaranîn cihê tirs û fikaran e.”

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Derve ya Amerîkayê hefteya borî Moskow tawanbar kir ku li dijî leşkerên Ûkranyayê ‘çeka kîmyewî’ bikar aniye.

Kremlînê jî tawanbariyên Amerîkayê ‘bêbingeh’ bi nav kir û diyar kir, ew hurmetê nîşanî “erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî” didin.