Lavrov: “NATO ber bi Amerîka Latîn ve diçe”
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku dibêjin NATO rêxistinekî bergiriyê ye lê derewe, Asya Pasîfîkê têra wê nekir û niha ber bi Amerîka Latînî ve diçin. Lavrov got ku divê pirsgirêkên Latîn Amerîkayê çareser bibin û dewleta Amerîkayê divê givaşên aborî yên ser dewleta Kubayê rake.
Wezîrê karên derve yê Bolivyayê Celinda Sosa Lunda seredana Rûsyayê kir û li Moskovayê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov re piştî civînê derketin ber çapemeniyê.
Lavrov got ku divê pirsgirêkên Amerîka Latînî çareser bibin û Amerîka divê ablûka ser Kubayê rake. Lavrov got:
“Hinek hêzên derve, di serî de destê xwe dixin nav karên welatên weka Venezuela û Nîkaraguayê û hewl didin ku mudaxeleyê nav karên hundir yên welatan bikin û em bi Bolîvya re li hemberê van kiryaran dertên.”
Lavrov, li ser heyiyên leşkerî yên Arjantînê ku li ser sînorê Bolîvyayê hene û dixwaze bibe endamê NATOyê got:
“Derewe ku NATO rêxistinekî hevkariya berevaniyê ye. Asya Pasîfîk têra wan nekir, ber bi Amerîka Latînî de diçin. Gelek welatên dinyayê dibêjin; tehdîdên di vê derbarê de hene wê di berjewendiyên NATOyê de bikarbînin.”
Wezîrê karên derve yê Bolîvyayê Lunda got ku Amerîka, Kuba û Venezuelayê xistiye bin ablûka xwe û got:
“Em terefdarin ku bi serpereştiya dezgeyên demokratîk li ser nîzamekî dinyayekî piralî, dinyayekî bê avakirin. Em li dijî avakirina baregeha leşkerî ya Amerîka ne ku li Amerîka Latînî deynin û welatê min terefdarê aştiyê ye.”