Ûkrayna: “Sîxurên Rûsyayê yên xwestin Zelenski bikujin me wan girt”

Ûkrayna: “Sîxurên Rûsyayê yên xwestin Zelenski bikujin me wan girt”

PeyamaKurd – Beşa Ewlehiya Ûkraynayê (SBU) ragihand ku ji Beşa Ewlehiya Rûsyayê ya Federal (FSB) 2 kes xwe amade kirine da serokê Ûkraynayê bikujin lê biser neketine û Ûkrayna wan desteser kiriye.

2 kesên ku SBU wan desteser kiriye, her dû kes bi plana sûîkasta serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski ve hatine girtin, her dû kes jî xizmeta ji Rûsyayê re dikin û sûcên xwe îtîraf kirine. Her 2 albay gotine ku FSB mirovên wan di yekîneyên nêzî leşkerên dora Zelenski de hene û plan kirine ku Zelenski birevînin û bikujin.

Sûxurên ku xwestine Zelenski bikujin, di planên wan de her weha kuştina serokê îstîxbarata Ûkraynayê Vasyl Maliuk, serokê îstîxbarata bergiriya Ûkraynayê Kyrylo Budanov û hinek kesên din yên payebilindên Ûkraynayê hene. SBU behsa hûrayiya planên wan kiriye û gotiye:

“Karê yekem, ew ajanê ku girtine îş, wê tevgerên kesê parastî bike û agahiyan bigihîne her du kesan. Koordînatên mala kesê parastî, wê ji bo êrîşa fuzeyê bihata bikaranîn. Paşî wê bi dronê êrîşê kesên li ciyê bûyerê bikirina. Rûs ji bo şopa dronê wenda bike, wê bi fuzeyekî dinê lê ciyê wê bixistina.”