Madonnayê li Rîoyê konserteke belaş da

Madonnayê li Rîoyê konserteke belaş da

PeyamaKurd – Hunermenda Amerîkî Madonna ku weke şahbanûna mûzîka popê tê zanîn, di gera konsertan a ji bo 40 saliya hunermendiya xwe de, li parêzgeha Rîo ya Brazîlê, li ‘Copacabana Beach’a ku yek ji sembolên Brezîlyayê ye konserteke belaş da.

Tê payîn ku 1,6 mîlyon kes li konsera belaş a Madonnayê temaşe kirin.

Ji bo konsera Madonnayê, li ser peravê sehneyek mezin hate sazkirin.

Stêrka 65 salî bi peyama “Em li vir li cihê herî xweş ê cîhanê ne” dest bi stranên xwe kir.

Di malpera hunermend Madonnayê de di derbarê konsertê de hat gotin ku konserta Rioyê, mezintirîn konserta Madonna ya heta îro bûye.

Qada peravê Copacabana Beach beriya çend demjimêrên ku wê konsert destpê bike bi temaşevanên Madonnayê tije bû.

Konserta Rioyê, xeleka dawî ya rêzekonsertên gera pîrozkirina 40 saliya stranbêja Amerîkî Madonnayê bû.

Di konserta ku li gel mûzîkê, efektên serkeftî yên dîmenî jî hate pêşkêşkirin de Madonnayê gelek caran cil û bergên xwe guhert.

Konsert bi coşeke mezin bi dawî bû.