Werzişvanê Kurd di Şampîyoniya Cîhanê ya Kickboksê de bû duyemîn

Werzişvanê Kurd di Şampîyoniya Cîhanê ya Kickboksê de bû duyemîn

PeyamaKurd - Werzişvanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Ehmed Şêxmûs, di fînala Şampiyoniya Cîhanê ya Kickboksê de, pileya duyemîniyê bi dest xist.

Li bajarê Essen ê Almanyayê pêşbirka fînalê ya Şampiyoniya Cîhanê ya Kickboksê di kêşa 65 kg de di navbera xortê Kurd Ehmed Şêxmûs û hevrikê wî yê Taylandî “PETCH” ku 5 sal in şampiyonê cîhanê ye hat kirin.

Di pêşbirka ku şeva borî hat kirin de, Ehmed Şêxmûs ê ku piştevanî ji çar parçeyên Kurdistanê wergirtibû û li ser medya  civakî ji Kurdan piştgiriyeke xurt wergirtibû, dîsa bi ala Kurdistanê derket meydana pêşbirkê.

Şêxmûs di fînalê de, li hember hevrikê xwe yê Taylandî bi ser neket û pileya duyemîniyê bi dest xist.

Ehmed Şêxmûs sala 2000î li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û ji sala 2014an ve koçberî Almanyayê bûye ku ji sala 2016an ve jî dest bi Kickboksê kiriye.

Şêxmûs salên 2017, 2018, 2019, 2020, 2021 û 2022 bûye lehengê Almanyayê yê Kickboksê ye û qehremaniya Ewropa ya 2017, 2018 û 2022an jî bi dest xistiye.