Tîmên Amerîka û Îranê di bin siya protestoyan de derdikevin pêşberî hev

Tîmên Amerîka û Îranê di bin siya protestoyan de derdikevin pêşberî hev

PeyamaKurd – Pêşbirkên dawî yên grûbên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2022yan ku li Qeterê têne lîstin, îro dest pê dikin.

Tîmên futbolê yên Amerîka û Îranê jî îşev li demjimêr 22:00 li Stadyûma Al Thumama a Qeterê têne pêşberî hev ku çavê hemû futbolhezên dinyayê li ser wê lîstika futbolê ye.

Maça Amerîka-Îranê ji aliyê hakemê Îspanî Antonio Mateu ve tê birêvebirin.

Hêjayî gotinê ye, di demeke protestoyên piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin de, futbolîzên tîma Îranê jî piştevaniya xwepêşandanan û mafên wan dikin û dema merasîma destpêkirina Kûpaya Cîhanê jî nexwendina sirûda netewî helwesta xwe nîşan dabûn.

Herwiha FIFAyê jî dema pêşbirkên Îranê alaya Îranê nîşan nedabû.

Îran jî ji FIFAyê daxwaz dike ku tîma Amerîka ji kûpaya cîhanê were derxistin û wekî sedem jî piştevaniya xwepêşanderan nîşan dide.