Şampiyonê Kûpa Cîhanê diyar dibe: Fransa yan Arjantîn?
PeyamaKurd – Herdu tîmên futbolê yên derketina fînala Kûpa Cîhanê ya FIFA ku li Qeterê birêve diçe, îşev li demjimêr 18:00 li gorî dema Hewlêrê derdikevin pêşberî hev.
Kelecana Kûpaya Cîhanê bi nêzîkbûna pêşbirka Fransa û Arjantînê re gihîştiye lutkeyê û futbolhezên li seranserê cîhanê li benda vê maça mezin in.
Tîma Fransa di Kûpaya Cîhanê ya 4 sal berê de bûbû şampiyon û careke din ji bo wergirtina kûpayê wê têbikoşe.
Tîma Arjantîn ku lîstikvanê herî navdar Messi di pêşbirkên kûpayê de derketiye pêş jî dixwaze piştî demeke dirêj kûpaya cîhanê qezenc bike û li hember Fransayê serkeftinê bi dest bixe.
Li aliyê din futbolîzê Fransî Mbappe yê 23 salî ku bûye stêrka kûpaya 2022yan dixwaze serkeftinekê li hember Arjantîna Messî tomar bike.