Rahênerê nû yê Amedsporê hate eşkere kirin

Rahênerê nû yê Amedsporê hate eşkere kirin

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Amedspor ku dê demeke nêzîk de kongreya xwe li dar bixe, rahênerekî nû bo xebitandina lîstikvanên xwe destnîşan kir.

Amedspor di werza 2023yan de wê di Lîga 2yem a Futbolê ya Tirkiyeyê, Koma Sor de bilîze.

Karsazê Diyarbekirî û berendanê seroktiya Amedsporê yê kongreya bê, Azîz Elaldi eşkere kir ku Sedat Bozkurt wekî rahênerê nû yê Amedsporê hatiye erkdarkirin.

Elaldi li ser Twitterê got, “Me bi xoce Serdar Bozkurt re li hev kir. Ji bo tîma me bi xêr be.” Sedat Bozkurtê 46 salî ji bajarê Dîlokê ye û beriya niha jî tîma futbolê ya Rihayê (Şanliurfaspor) dixebitand.

Biryare kongreya Amedsporê 2yê Tîrmehê were lidarxistin û Azîz Elaldi jî wekî serok bê hilbijartin.