PSGê bi gola Messi şampiyoniya xwe ragihand

PSGê bi gola Messi şampiyoniya xwe ragihand

PeyamaKurd – Di Lîga 1 a Futbolê ya Fransayê de, Paris Saint-Germain (PSG), di maça xwe ya deplasmanê ya ligel tîma Strasbourgê şampiyoniya xwe ragihand.

PSG û tîma Strasbourg maç bi 1-1 yeksaniyê bidawî kirin û PSGê ji ber pûanên xwe yên lîgê ji niha ve şampiyoniya xwe ragihand.

Di navbera PSG û tîma Lens de 4 pûan ferq hebû û PSGê bi maça dawî re jî şampiyoniya xwe piştrast kir.

Di maçê de lîstikvanê Arjantînî Lionel Messi bi formeya PSGê golek tomar kir û hejmara golên wî yên di nav 5 lîgan de gihîşt 496 golan û bû golvanê herî mezin ê Ewropayê.