Lionel Messi cara 8emîn hêjayî Topa Zêrîn hat dîtin

Lionel Messi cara 8emîn hêjayî Topa Zêrîn hat dîtin

PeyamaKurd – Stêrkê Arjantîn û Inter Miami Lionel Messi bi wergirtina xelata Topa Zêrîn cara 8emîn, rekora xwe ya di vî warî de baştir kir.

Xelata ku ji sala 1956an vir ve ji aliyê kovara France Football ve tê belavkirin, bi merasîmeke li Şanoya Chatelet a li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin.

Serketina Kûpaya Cîhanê ya ku par li Qeterê hat lidarxistin, di vê xelatê de ji bo cara 8emîn ev xelata lîstikvanê futbolê yê 36 salî bi dest xist.

Di dengdayînê de Erling Haaland Norwêcî bû 2yemîn û Fransî Kylian Mbappe jî bû 3yemîn.

Aitana Bonmati, stêrka Tîma Neteweyî ya Spanyayê û Barcelonayê, hêjayî xelata baştirîn lîstikvana futbolê ya jin hat dîtin.

Piştî lîstikvanê berê yê Barcelona û PSGê Messî, kesê ku herî zêde ev xelat bi dest xistiye, bi 5 caran Cristiano Ronaldo ye. Lîstikvanê Portekîz û Al Nasr Ronaldoyê ku ji sala 2017an vir ve xelat bi dest nexistiye, ji sala 2003an vir ve cara ewil îsal ji bo xelatê nehat berbijêrkirin.