Kelecana Futbolê ya Kûpa Cîhanê: Fransa û Fas bûn reqîbên nîv fînalê

Kelecana Futbolê ya Kûpa Cîhanê: Fransa û Fas bûn reqîbên nîv fînalê

PeyamaKurd – Piştî ku tîma Futbolê ya Fasê (Mexrîb-Morocco) tîma Portekîzê bi encama 1-0 têk bir û derket nîv fînalê, Fransayê jî di pêşbirka ligel tîma Brîtanyayê de bi ser ket û herdu welat di Kûpaya Cîhanê de bûn reqîbên hevdu.

Di pêşbirkên çaryeka fînalê yên Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Fransayê şeva borî bi encama 2-1 Brîtanya têk bir û derket nîv fînalê.

Yekem tîma welatekî Ereb di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2022 ya Qeterê de bi ser ket. Tîma Mexrîbê bi awayekî surprîz tîma Portekîzê bi encama 1-0 têk bir û di dîroka xwe de cara yekem derket nîv fînala Kûpaya Cîhanê.

Li gorî encaman wê tîmên Fransa û Fasê di pêşbirka nîv fînalê de derkevin pêşberî hev.

Herwiha li aliyê din tîmên Arjantîn û Xirwatistan jî di nîv fînalê de têne pêşberî hev ku dê serkeftiyên nîv fînalê mafê lîstina fînalê bi dest bixin û ji bo şampiyoniya cîhanê têbikoşin.