Kûpa Cîhanê | Arjantîn û Holanda derketin çaryek fînalê

Kûpa Cîhanê | Arjantîn û Holanda derketin çaryek fînalê

PeyamaKurd – Di maçên qonaxa dawî ya 16an di Kûpaya FIFA 2022 ya Cîhanê ku li Qeterê berdewam dike de, tîmên futbolê yên Arjantîn û Holandayê di pêşbirkê şevê din de bi ser ketin û derketin çaryeka fînalê.

Holandayê bi encama 3-1 tîma Amerîkayê têk bir û mafê derbasbûna çaryek fînalê bi dest xist.

Herwiha tîma Arjantînê bi encama 2-1 tîma Awustralyayê têk bir û bû duyem tîma derkete çaryek fînalê.

Wê tîmên Holanda û Arjantînê di çaryek fînalê de derkevin pêşberî hev.