Îranê pêlewana 36 salî ji ber piştevaniya protestoyên Jîna Emînî ceza kir

Îranê pêlewana 36 salî ji ber piştevaniya protestoyên Jîna Emînî ceza kir

PeyamaKurd – Dadgeha Îranê ji ber piştevaniya protestoyên Jîna Emînî salek cezayê girtîgehê li werzişvana xwediya madalyona bronz a îranî Masumeh Silêmanî birî ku beriya niha jî qadên werzişê lê hatibûn qedexekirin.

Hate ragihandin ku Dadgeha Îranê salek cezayê girtîgehê li pêlewana 36 salî Masumeh Suleymanî birî. Heke ev ceza ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya eyaleta Loristanê ve were pesendkirin, dê Silêmanî were girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê ragihand, Masumeh Suleymanî bi hinceta ‘teşwîqkirina kiryarên tundûtûjiyê li qada sîber’ tê darizandin ku beriya niha jî hatibû girtin û qadên werzişê lê hatibûn qedexekirin.