Futbolîstê navdar ê Kurd Xefûrî hat girtin: Bi hezaran kesan banga azadkirina wî kir

Futbolîstê navdar ê Kurd Xefûrî hat girtin: Bi hezaran kesan banga azadkirina wî kir

PeyamaKurd – Lîstikvanê futbolê yê navdarê Kurd Wurya Xefûrî ku di tîma Fûlada Xozistan a Îranê de dilîze, ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin û girtina wî rastî nerazîbûna xelkê Îran û hezkarên wî hat.

Li gorî medya Îranê Wurya Xefûrî doh 24ê Mijdarê ji ber piştgiriya xwepêşanderan û bi hincetên; “bêrêzîkirina bi tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê” û “propagandeya li dijî rejîmê” hatiye binçavkirin.

Wurya Xefûrî ji destpêka xwepêşandanên seranserî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve, piştgirî dida daxwazên xwepêşanderan û rexne li tundîya dijî wan a hêzên hikûmetê digirt.

Xefûrî herî dawî jî dema êrîşên Supaya Pasdaran li ser xwepêşandanên Ciwanro, Mihabad û Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ku 15 kes hatibûn qetilkirin, bertek nîşan dabû  û ji rejîma Îranê xwestibû: “Kuştina Kurdan rawestînin. Kurd, Îran bi xwe ye, kuştina Kurdan tê wateya kuştina Îranê, eger li hember kuştina xelkê bê helwestî, ne Îranê lê tu ne mirovî jî. Hemû etnîk Îran bi xwe ne, xelkê nekujin.”

Hatiye diyarkirin ku piştî belavbûna nûçeya girtina futbolîstê Kurd, Rêveberê Giştî yê Tîma Fûlada Xozistan, Hemîdriza Gerşasbî dest ji kar berdaye û gelek hevalên wî yên futbolê jî peyamên bo azadkirina Xefûrî belav kirine.

Rahênerê tîma Perspolîs a Îranê Yehya Gulmihemedî jî li dijî desteserkirina Wurya bertek nîşan daye û daxwaz kiriye ku were berdan.

Herwiha bi hezaran xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî li ser medya civakî banga azadkirina Wurya Xefûrî dikin.