Futbolîstê navdar ê Kurd piştî maça fînalê bi fermî dest ji futbolê berdide!

Futbolîstê navdar ê Kurd piştî maça fînalê bi fermî dest ji futbolê berdide!

PeyamaKurd - Futbolîstê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Wurya Xefûrî yê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelekî navdar e, ragihand ku ew îro 31yê Gulana 2023yan bi fermî dest ji futbolê berdide.

Wurya Xefûrî kaptanê berê yê tîma Istiqlal a Tehranê û lîstikvanê berê yê tîma futbolê ya netewî ya Îranê bû.

Xefûrî, li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand, ew ê ji bo heta hetayê dest ji futbolê berde.

Wurya Xefûrî gotiye, ew ê îro di fînala Kûpaya Futbolê ya Klubên Îranê de ku di navbera tîmên Istiqlal û Perspolîsê de tê lîstin, li stadyuma Azadî ya Tehranê bi fermî xatir ji futbolê bixwaze.

Hêjayî gotinê ye, maça navbera Istiqlal-Perspolîsê li Îranê wekî derbiya paytextê tê naskirin û îro li demjimêr 19:45an bi dema Tehranê dest pê dike.

Wurya Xefûrî 35 salî ye, xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ji ber helwestên wî xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pir jê hez dikin. Xefûrî ji ber piştgiriya protestoyên Jîna Emînî jî rastî zextên rejîma Îranê bûye.

Herwiha Wurya Xefûrî 24ê Mijdara 2022an hatibû binçavkirin û piştî pênc rojan bi kefalet hatibû berdan.