Fînala UEFAyê îşev li Stenbolê tê lîstin

Fînala UEFAyê îşev li Stenbolê tê lîstin

PeyamaKurd Fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê îşev saet di 22:00 de li Stada Olîmpiyadê ya Stenbolê tê lîstin.

Tîman amadekariyên xwe temam kirin û li benda dema maçê ne.

Di Fînala Lîga Şampiyonan a ku cara duyemîn e bi mazûvaniya Stada Olîmpiyadê ya Ataturk a Stenbolê tê lidarxistin, tîma Îngîlîz Manchester City û tîma Îtalî Inter wê bên hemberî hev.

Eniya Manchester Cityê

Manchester Cityê ku vê sezonê di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da di rêya fînalê da 12 lîstik lîst û 7 serkeftin û 5 wekhevî bi dest xist. Ger ew trofeyê bi dest bixe, ew ê sezonê bê têkçûn biqedîne.

Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de bi 31 golan tîma ku di vê sezonê de herî zêde gol avêtiye Manchester City e.

Stêrkê Norwêcî yê Manchester Cityê Erling Haaland di vê sezonê de di 10 lîstikên Lîga Şampiyonan de 12 gol avêtin.

Eniya Înterê

Nûnera Îtalyayê Inter ji sezona 2010an vir ve cara ewil derket fînalê û Lîga Şampiyonan a UEFAyê qezenc kir.

Intera ku beriya niha 3 caran Lîga Şampiyonan a UEFAyê bi dest xistibû, di vê kûpayê da cara 6emîn wê di fînalê da bilîze.

Inter di vê sezonê de di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de 12 maç lîstin, 7 serkeftin, 3 wekhevî û 2 têkçûn.

Lîstikvanê futbolê yê Bosna Hersekê Edin Dzeko di 12 pêşbirkan de 4 gol, Lautaro Martinez, Nicolo Barella û Romelu Lukaku her yekê 3 gol avêtin.