Federasyona Futbolê ya Tirkiyê: Wê lijneyên me cezayên pêwîst bidin!

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê: Wê lijneyên me cezayên pêwîst bidin!

PeyamaKurd – Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) piştî bûyerên nijadperestî yên duh 5ê Adarê li dijî tîma Amedsporê daxuyaniyek belav kir û ragihand, pankartên bi mebesta provakasyonê ji hêla yasayan ve sûc in û gotinên nijadperestî, helwest û çalakiyên tundiyê nayên qebûlkirin

TFFê li ser mijara cezakirinê jî da xuyakirin ku wê lijneyên wan ên pêwendîdar ji bo gotin û kiryarên provokatîf cezayên pêwîst bidin.

TFFyê bêyî ku navê alîgir û lîstikvanên tîma Bursasporê ku duh êrîşî tîma Amedsporê kiribûn bide, ragihand ku ew tevgerên li derveyî sehayê yên qesta tenduristiya lîstikvanan qebûl nakin û berpirsên çalakî û gotinên nijadperestî jî saziyên dewletê yên dadweriyê li ber çavan digirin.

TFFê diyar kiriye ku li stadyûman ji hemû nêrînên siyasî alîgir piştevaniya tîmên xwe dikin û cihê gotinên siyasî ne stadyûm e, lê qadên mîtingan e.

 Piştî ku îro 6ê Adarê Tîma Amedsporê ji Bursayê gihîşt Diyarbekirê, nûnerên 85 sazî û rêxistinên sivîl û civakî yên Diyarbekirê, êrîşên li dijî Amedsporê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kir.

Tîma Amedsporê îro li Diyarbekirê bi girseyî hat pêşwazîkirin û alîgirên Amedsporê jî li dijî êrîşên nijadperestî yên Bursasporê diruşmên wekî, "Kîne em, Kurd in em!, Em ji we natirsin!' pêşwaziyeke germ li tîma xwe kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ve hat xwendin de, êrîşa fizîkî ya ser Amedsporê û vekirina wêneyên Torosên Spî û Mahmut Yeşîlê qatilê Kurdan ê JÎTEMê hat bibîrxistin û ji TFFê jî daxwaza cezakirina tîma Bûrsaspor û alîgirên wê hat kirin.