Fûtbolîstê Batmanî Yûnus Emre diçe Premier Lîgê

Fûtbolîstê Batmanî Yûnus Emre diçe Premier Lîgê

Peyama Kurd - Leyztikvanê Batmanî Yûnus Emre Konak ku di Sîvassporê de dileyîze ji bo ku transferî tîma Brentfordê ya Lîga Premierê ya Îngîltereyê bibe bi Brentfordê re li hev kirine.

Hate ragihandin ku tîma Brentfordê ji bo ku Yûnus Emre Konakê 17 salî transfer bike, bi awayekî fermî pêşniyazê li Yûnis kiriye.

Piştî pêşniyazê, hevdîtina di navbera timên Sîvasspor û Brentfordê de bi awayekî erênî bi dawî bûye.

Tê angaştin ku her du tîman, ji bo transfera Yûnus, li ser 5 milyon Euroyî li hev kirine.

Yûnus Emre Konak di 10ê Kanûna 2006an de li parêzgeha Batmanê ya bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Yûnus di sala 2018an de ji tîma 1955 Batman Belediyesporê transferî tîma Super Lîgê ya Tirkiyeyê Sivassporê bûbû.

Yûnus di Adara 2023yan de peymana xwe ya yekem a profesyonel bi Sivassporê re îmze kiribû.

Yûnus Emre Konak her wiha du caran di tîma neteweyî ya U18 a Tirkiyeyê de jî leyîztibû.