Erebistanê di Kûpa Cîhanê de tîma Arjantînê têk bir

Erebistanê di Kûpa Cîhanê de tîma Arjantînê têk bir

 PeyamaKurd – Yek ji tîma herî serkeftî ya futbolê li cîhanê tîma netewî ya Arjantînê, îro 22yê Mijdarê di maça yekem a Kûpaya Cîhanê ya 2022an de, li hember tîma Erebistana Siûdî winda kir.

Di Kûpaya Cîhanê ya 2022yan a FIFAyê de ku li Qeterê birêve diçe, tîmên di Grûba Cyê de Arjantîn û Erebistana Siûdî hatin pêşberî hev.

Tîma Siûdî bi golên Saleh El Şehrî di xuleka 48 û Salem El Dawsarî di xuleka 52an de, li hember Arajantînê bi ser ket û maç bi 2-1 bidawî bû.

Tekane gola Arjantînê di xuleka 10emîn de ji aliyê Lionel Mesî bi rêya penaltiyê hat avêtin. Messi bi vê golê re navê xwe wek lîstikvanê pêncemîn ku di 4 Kûpayên Cîhanê de golek avêtiye tomar kir.

Erebîstana Siûdî di grûba xwe de, 3 pûan bidest xist û Arjantîn jî di 0 pûanê de ma.

Arjantîn 26ê Mijdarê jî bi tîma Meksîkayê re dilîze ku wê Erebîstana Siûdî jî heman rojê bi Polande re bilîze.