Di Kûpaya Cîhanê de surprîza Messi: Arjantînê 3 pûan bi dest anî
PeyamaKurd – Di Koma C ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an a li Qeterê tê lîstin de, tîmên Arjantîn û Meksîka derketin pêşberî hev û lîstikvanê navdar Messi bi awayekî surprîz car din xwe kir rojeva cîhana futbolê.
Tîmên Arjantîn û Meksîka li Stadyûma Lusailê ya Qeterê derketin pêşberî hev û Arjantîna ku di pêşbirka yekem de, li hember Erebistana Siûdî têk çûbû, vegeriya ser hêza xwe ya berê û bi golên Lionel Messi û Enzo Fernandez bi encama 2-0 Meksîka têk bir.
Di nîveka duyem a pêşbirkê de Arjantînê di deqeya 64an de bi gola Lionel Messi 1-0 derket pêş û piştre jî bi gola Enzo Fernandez a xuleka 87emîn de jî Arjantînê Meksîka bi encama 2-0 têk bir.
Arjantîn bi vê skorê re bû xwediyê 3 pûanan û wê pêşbirka dawî ya koma C bi Polandê re, Meksîka jî bi Erebîstana Siûdî re bilîze.