Çiyagerên Kurd navê xwe li pirtûka rekoran a Guinnessê tomar kir

Çiyagerên Kurd navê xwe li pirtûka rekoran a Guinnessê tomar kir

PeyamaKurd - Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê bi hevkariya kompanyaya Visit Kurdistan, çalakiya herî mezin a çiyageriyê bi beşdariya herî zêde çiyageran di heman dem û rêyê de, li dar xist û di Pirtûka Guinnessê ya rekoran de navê xwe tomar kir.

Zêdetirî 800 çiyagerên Kurd ji hemû grûbên dildarên werzişa çiyageriyê û xwendekarên peymangehên werzîşê yên li seranserê Herêma Kurdistanê, 11ê Adara 2023an çalakiya çiyageriyê ya herî mezin li çiyayê Sefîn li dar xist.

Di dawiya vê çalakiyê de, rêveberê Pirtûka Rekoran a Guinnessê, bawernameya tomarkirina rekora çiyageriyê wek beşdariya hejmara her mezin di heman dem û rêyê de, pêşkêşî Arîn Mesrûr Barzanî kir.

Serperiştyarên Pirtûka Rekoran a Guinnessê gotin, di dema çalakiyê de ew li ser xetê bûn û ji bo tomarkirina bûyerê gelek wênekêş amade bûn. Di dawiya çalakiyê de jî, Nûnerê Pirtûka Rekoran a Guinnessê ji bo tomarkirina hejmara pîvane di pirtûkê de bi awayê online li ser xetê bûn û tomarkirina hejmara pîvane piştrast kir.

Di çalakiya herî mezin a çiyageriyê de 816 çiyager beşdar bûn ku di heman dem û rêyê de zêdetirî du kîlometreyan hilkişiyan ser çiyayê Sefîn ê Kurdistanê.