Çûna Fatîh Terîm a Panathinaikosê bû sedemê alozîyê

Çûna Fatîh Terîm a Panathinaikosê bû sedemê alozîyê

Peyama Kurd – Rahênerê Tirk Fatîh Terîm ku li Tirkîyeyê navê wî pir caran bi mijarên derveyê fûtbolê tê rojevê, bi çûna xwe ya Yûnanistanê jî bû cihê alozîyê.

Piştî ku xwedîyê Panathinaikosê Yannis Alafouzos ji nişkve peymana rahênerê berê yê Sirbî Ivan Jovanovic betal kir û Fatîh Terîm anî cihê wî, çapemenîya Yûnan rexneyên tûnd li Alafouzos û şêwazê hanîna wî ya Fatîh Terîm kirin.

Piştî ku rahênerê berê Ivan Jovanovic bi daxuyanîyekê gote ku “Min betalbûna peymana xwe ji televîzyonê bihîst.” tîrên rexenyên çapemenîyê li Yannis Alafouzos tûjtir bûn.

Çapemenîya Yûnanî, di nûçeyên xwe de ragihand ku xwedîyê Panathinaikosê Alafouzos, şevekê ji nişkve çûye Stenbolê û bi Terîm re peyman îmze kirîye û di heman demê de peymana Ivan Jovanovic jî betal kirîye. Çapemenîyê angaşt ku Acûn Ilicaliyê ku li Tirkîyeyê xwedî gellek dezgehên ragihandinê ye, ji bo Terîm bibe rahênerê Panathinaikosê bûye navbeynkar.

Ji ber ku piştî Alafouzos ji nişkve peymana rahênerê serkeftî Jovanovic betal kir û Jovanovic ragihand ku wî bi rêya çapemenîyê bihîstîye ku peymana wî hatîye betalkirin, televîzyon û rojnameyên Yûnanî xwedîyê Panathinaikosê Yannis Alafouzos bi “bêhurmetî” û “bêbextîyê” tawanbar kirin.

Rojnameya 'Live Spor'ê, di nûçeya xwe ya di derbarê mijarê de şîroveya “Dîyarîya sersalê ya Alafouzos a ji Jovanovic re, bêbextîya Noelê ye.” kir.

Di bin rahênerîya Ivan Jovanovic de Panathinaikos di Lîga Yûnanistanaê de niha bi 1 qalî kêm, li dû AEKyê duyemîn e.

Rojnameya 'Spor'ê jî di sernûçeya xwe ya di derbarê vê babetê de nivîsî ku "vê biryarê hêrsa gel rakirîye." û ragihand ku sedemên bertekên alîgirên Panathinaikosê yên li dijî Alafouzos ew in ku ji nişkve Jovanovic ji kar dûr xistîye û bi Terim re li hev kirîye.

Rojnameyên 'Fos Ton Spor'ê, 'Efimerida', 'Syntakton', 'Kathimerini' û 'To Vima'yê jî bi heman şêweyî rahêner dîyarkirina Fatîh Terîm a Alafouzos bi tûndî rexne kirin.