Bi dehan sazî û rêxistinan piştgirî da Amedsporê

Bi dehan sazî û rêxistinan piştgirî da Amedsporê

PeyamaKurd – Piştî êrîşên nijadperestî alîgir û lîstikvanên Bursasporê li dijî Amedsporê, 33 sazî û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan Amedsporê û banga lêpirsîn û cezakirina berpirsên wan êrîşên hefteya borî kirin.

Di daxuyaniya hevpar a îro 10ê Adarê hatiye belavkirin de hat gotin: “Êrîşên nîjadperest ku alîgir û lîstikvanên Bursasporê li ser tîma Amedsporê kirine, ne tenê sucê mirovatiyê ye di heman demê de çalakiyeke rêxistinkirî ya dijî demokrasî û aştiya navxwe ya Tirkiyê ye.”

Sazî û rêxistinên civaka sivîl daxwaz kir, berpirsên rê dane van êrîşan û berpirsên din bên diyarkirin û derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) jî ragihandiye ku Bursaspor hatiye cezakirin ku 9 lîstikan bê temaşevan bilîze, lê Amedsporê nerazîbûn li dijî wî cezayî nîşan daye û dixwaze lîstika hatiye lîstin jî bê betalkirin û alîgir û rêveberên êrîş kirine jî werin cezakirin.

Hêjayî gotinê ye, di lîstika 5ê Adarê ya Bursaspor-Amedsporê de, ji bilî êrîşên ser lîstikvanên Amedsporê herwiha alîgirên Bursasporê pankartên endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim ê bi nasnavê "Yeşîl" ku wek qatilê Kurdên salên 90î tê zanîn û wêneyên "Torosên Spî" jî vekiribûn.