Barcelona cara 14emîn bû şampiyonê Kûpaya Super
PeyamaKurd - Tîma Futbolê Barcelona di fînala Kupaya Super a Spanyayê de, tîma Real Madrîd bi encama 3-1 têk bir û Kûpaya Super wergirt.
Barcelona û Real Madrîd di pêşbirka fînala Kupaya Super a Spanyayê de, li stadyuma Şah Fahd a Navneteweyî ya Riyadê derketin pêşberî hev û Barcelona bi encama 3 - 1 bi ser ket.
Golên Barcelonayê di xulekên 33, 45 û 69 de Gavi, Robert Lewandowski û Pedri avêtin û tekane gola Real Madrîd jî ji aliyê Kerîm Benzemayê Fransî ve di xuleka 90+3 de hat avêtin.
Barcelona cara 14emîn e Kupaya Super a Spanyayê bi dest dixe û bi vî awayî rekora xwe di warê bidestxistina vê kûpayê de bilindtir kir. Real Madrîdê jî heta niha 13 caran ew kupa bi dest xistiye.
Kupaya Super ya Spanyayê cara sêyemîn e ku li Erebistana Siûdî tê lidarxistin ku rêkeftinek hatiye kirin û heta sala 2029an berdewam dike.