Amedspor: Qedexeya li ser temaşevanan a maçên derve piştî 7 salan hat rakirin

Amedspor: Qedexeya li ser temaşevanan a maçên derve piştî 7 salan hat rakirin

PeyamaKurd Derbarê Amedspora ku di Lîga 2yemîn a TFFyê de di Koma Spî de têdikoşe û lîstika play-offê garantî dike de geşedaneke krîtîk çêbû. Amedsporê bi daxuyaniyekê ragihand, qedexeya li ser temaşevanan a di maçên derve de piştî 7 salan hatiye rakirin.

Klûba Amedsporê derbarê mijarê de li ser Twitterê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya kuluba nûnertiya Diyarbekirê de hat dayîn de wiha hat gotin:

“Ji bo lîstika Menemen F.K ya ku em ê 20ê Gulanê roja Şemiyê saet 15:00an li Stada Bajêr a Menemenê ya Îzmîrê bilîzin, qedexeya derketina derve tune.

Bilêtên tîma mêvan wê roja maçê li sindoqê bên firotin.

Bihayê bilêtê wek 40 TL hatiye diyarkirin.