Amedspor 2-0 Înegolspor têk bir

Amedspor 2-0 Înegolspor têk bir

PeyamaKurd – Amedspor ku di Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, Înegolspor 2-0 têk bir.

Di maça ku li Bursayê hat lîstin de, ji Amedsporê M. Huseyîn Seyhan di deqîqeya 44an de bi qerta sor hat avêtin.

Herwiha di nîva duyemîn de tevî 10 lîstikvanan jî Amedspor bi gola Mansur a di deqîqeya 66an de 0-1 ket pêşiyê.

Di deqîqeya 79emîn de, bi gola Muhammet Raşit Amedspor ket pêş û skor bû 0-2.

Amedporê bi vê skorê pêşengiya lîgê kir.