Amedsporê li deplasmanê Karamanspor 2-1 têk bir

Amedsporê li deplasmanê Karamanspor 2-1 têk bir

PeyamaKurd – Amedspor di hefteya 8an a lîgê de li deplasmanê bû mêvanê Karamansporê û ew 2-1 têk bir. Bi vê encamê di komê de cihê xwe yê li rêza yekemîn parast.

Amedspor di Koma Sor a Lîga 2yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de dilîze û di nîveka ewil a vê maçê de 2 gol avêtin. 

Herwiha Amedspor di deqeya 8an de bi gola Berk Îsmaîl Unsal 1-0 ket pêşiyê û di deqeya 44an a maçê de bi gola duyan a Unsal 2-0 ket pêşiyê. Di nîveka duyan a maçê de, di deqeya 90î de lîstikvanê Karamansporê Nadîr Çîftçî di penaltiyê de golek avêt û maç bû 2-1.

Di encamê de Maç 2-1 bi serketina Amedsporê bi dawî bû. Pûanên Amedsporê bi vê maçê bû 22 û di komê de cihê xwe yê li rêza yekemîn parast.

Parêzgariya Karamansporê beriya maçê biryar dabû ku alîgirên Amedsporê nekevin qadê.