Alîgirên Bursasporê xwestin li ber otela lîstikvanên Amedsporê provokasyonê bikin!

Alîgirên Bursasporê xwestin li ber otela lîstikvanên Amedsporê provokasyonê bikin!

PeyamaKurd – Şevê din hejmarek alîgirên Bursasporê li ber otela ku lîstikvanên Amedsporê lê dimînin civiyan û slogana “Yê ku dibêje ez Tirk im, çiqas bextewer e!” qêriyan û hewl dan provokasyonekê bikin.

Biryar e îro 5ê Adarê di Lîga 2emîn de li demjimêr 14:00 li bajarê Bursayê Amedspor û Bursaspor werin pêşberî hev ku lîstikavanên Amedsporê jî li Bursayê li otelekê dimînin.

Li gorî dîmenên li ser medya civakî belav bûne, alîgirên Bursasporê bi şe li ber otela ku lîstikvanên Amedspor lê dimînin kom bûne û hewla provokasyonê dane.

Li ser hesabê Amedsporê jî ew dîmênên diruşmên nijadperestî yên li ber otela lîstikavnan hat belav kirin:

Salên borî jî gelek caran Amedsporê û lîstikvanên wê li Bursayê rastî êrîşên nijadperestî hatibûn.

Derbarê bûyera şeva borî de, rêxistina HDPê ya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em êrîşên li ser Amed Sporê qebûl nakin. Daxwaza me ew e ku ji bo rawestandina van êrîşên nîjadperest û faşîst bilez tedbîrên pêwîst bên wergirtin.”