Alî Elaldi, wekî Serokê Amedsporê hat hilbijartin

Alî Elaldi, wekî Serokê Amedsporê hat hilbijartin

PeyamaKurd- Di kongreya 7emîn a Amedsporê ya ku îro hat lidarxistin de karsaz Azîz Elaldi, wekî serokê nû yê klûbê hat hilbijartin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, 7emîn Kongreya Awarte ya Amedsporê ya ku di TFF 2yemîn Koma Spî de sezona borî ji Play Offê hat derxistin, li Tesîsên Şeyhmus Ozer hat lidarxistin. 

Di kongreya ku nûnerên saziyên sivîl û temaşevanan eleqeyek mezin nîşan da, karsaz Azîz Elaldi ku yekane namzet bû, wekî Serokê Amedsporê hat hilbijartin.

Her wiha Ahmet Elhanay, Yusuf Kaya, Alî Riza Yildirim, Ahmet Ulmez Cîhan Yaman, Salih Pervan, Rojîn Hillez, Bulent Oguz, Mehmet Akgûn, Ruken Turhan, Mervan Aslan, Selçuk Sacu jî ew kes bûn ku di Desteya Rêveber a Amedsporê cih girtin.