Barkey: Heta Erdogan hebe têkilî xweş nabin

Peyama Kurd / Polîtîka û helwesta Serokkomarê Tirkîyê Erdogan wek sedema yekemîn a xirabbûna aborîya Tirkîyê tê dîtin, û pisporên Amerîkî di wê bawerîyê de ne ku heta Erdogan desthilatdar be, wê têkilîyên Amerîka û Tirkîyê xweş nebin.

Li Waşîngtonê bi serperestîya dezgeha Wilson Centerê civînek pêk hat û di civînê de pirsgirêk û nakokîyên di navbera Amerîka û Tirkîyê de hatin nîqaşkirin. Pisporên ku beşdarî civînê bûn, anîn zimên ku heke keşe Andrew Brunson servest bê berdan jî wê nakokîyên di navbera Amerîka û Tirkîyê de ji holê ranebin.

Di vê derbarê de yek ji beşdarvanên civînê û pisporê CÎAyê Henrî Barkey, anî zimên ku ji derveyî mijara keşe Brunson mijarên din jî hene û got: “Mijara ku Amerîkayê li dijî DAÎŞê destek daye Kurdên Sûrîyê û mijara ku Tirkîye ji Rûsyayê S-400an dikire du mijarên bi serê xwe ne. Tirkîye di her babetê de Amerîkayê wek berpirsiyar dibîne û bi xurtî dijberîya Amerîkayê tê kirin. Hikûmeta Tirkîyê xelkê li dijî Amerîkayê sor dike“.

Barkey, bi dewamî anî zimên ku ev helwesta hikûmeta Tirk wê encamên dûvdirêj biafirîne û wê vegera wê pir zehmet be û got: “Li gor min, heta ku Erdogan desthilatdar be wê têkilîyên navbera Amerîka û Tirkîyê her û her ziyandar bin. Rast e, Tirkîye endamê NATO ye lê wê pirsgirêkên navbera herdu welatan bidomin. Helbet wê rojekê keşe Brunson û yên din serbest bên berdan. Lê tam û xêra têkilîyan nemaye“.