Bê çete jiyan nabe!

Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza milletê Kurd bixebitin, ji parçebûn û parçekirinê pê ve tiştek ji wan nayê. Li her çar beşên Kurdistanê parçebûn li ser parçebûnê pêk tînin û kevirekî ji bo yekîtîya xwe danaynin ser hev.

Kêfa me pir hat gava li Rojavayê Kurdistanê PYD û ENKS nêzîkî hev bûn û hewla hevkarîyê dan. Lê xuyaye destên qirêj li dijî yekîtî û hevkarîya hêzên Kurd in û ji pêşeroja Kurdan ditirsin. Yekîtî û hevkarî tê wateya xurtkirin û pêşdebirina destkeftîyên Kurd û Kurdistanê û pê ve girêdayî bidestxistina statuyek mayende.

Ev statu kare federasyon yan jî serxwebûn be. Û helbet ev yek tirs û xofê dixe dilê dagîrkerên Kurdistanê û ew jî heta ji wan tê bi rêya hevkarên xwe yên di nav Kurdan de dixwazin vê yekê asteng bikin û rê li ber yekîtî û hevkarîya Kurdan bigrin. Her çiqasî Amerîka û Hêzên Hevpeyman hewl didin PYD û ENKS nêzîkî hev bikin û bingehekê ji statuya Kurdan re deynin jî, xuyaye dagîrker û alîgirên wan desttêwerdanan di van hewldanan de dikin û dixwazin nêzîkbûn û hevkarîya herdu alîyan têk bibin. Bêguman ev jî ne li xêra Kurdan lê di berjewendîyên dagîrkerên Kurdistnê de ye.

Endamê Desteya Serokatîya PYD Aldar Xelîl, vê dawîyê dîsa Pêşmergeyên Roj wek çete bi nav kir û agirê dubendîyê gur kir. Ev ne cara yekem e ku Aldar Xelîl ji Pêşmergeyên Roj re dibêje çete û wan wek beşek ji artêşa Tirk bi nav dike. Ne tenê ew, gelek ji serkirdeyên PYD û çapemenîya PKK heman tohmetan dikin û Kurdan ji hev dûr dixin.

Herweha berdevkên Pêşmergeyên Roj û alîgirên ENKS jî PYD û YPG wek çete bi nav kirine û dikin. Ev nexweşîya ku di nav hêz û partîyên her çar parçeyên Kurdistanê de heye û nexweşîyek bê derman e, bombe xistiye bin bingeha yekîtî û hevkarîya Kurdan û ji ber vê nexweşîya bê derman jî Kurd bi ser hişê xwe ve nayên û biser nakevin. Ji ber parçebûna hêz û partîyên Kurd, ne Amerîka û ne jî dewletên ku dixwazin statuyekê ji Kurdan re çêkin, nagihên armancên xwe û gelek caran mecbûr dimînin ku pişta xwe bidin Kurdan û wan bi tenê bihêlin. Pirsgirêka parçebûna Kurdan gelek caran ji alî rayedarên dewletên Ewrûpî ve jî hatiye zimên û mikur hatine ku pirsgirêka esasî Kurd bi xwe ne. Heger yekîtî û yekdengîya hêz û partîyên Kurdan tunebe, wê Amerîka û Hêzên Hevpeyman jî zêde nikaribin xêrekê bi Kurdan bikin.

Heman nexweşî li Bakurê Kurdistanê jî gur û geş e. Hêz û partîyên ku qaşo Kurdistanî ne û li derveyî PKK ne, ji PKK zêdetir parçebûn kirine û dikin û heta vê kêlîyê jî gavek ji bo yekîtî û hevkarîya xwe neavêtine, navêjin. Nexweşîya ezezî û partîtîyê ketiye xwîna wan û berjewendîyên partîyên xwe di ser berjewendîyên milletê Kurd re digrin.

Partîyên ku her roja heyî xwînê winda dikin û gavekê jî pêşde nakevin, ji bo berjewendî û meqamên xwe nêzîkî hev nabin û li pêşeroja Kurd û Kurdistanê nafikirin. Kirasê partîtî û siyaseta nûjen li eşîrtêya kevnare kirine û bi vî kirasê lewitî eşîrtî û berberîyê li dijî hev dikin.

Partîyên ku xwedêgiravî ji heman bingehê ne û xwe wek berdewamîya Rêbaza Barzanî dibînin, bûne çar pênc parçe û ji bo berjewendîyên xwe nabin yek. Partîyên ku zêdeyî 40 salan e çepîtîyê dikin û tu pirsgirêkên wan yên îdeolojîk pevre nemaye, nikarin bên cem hev û bibin yek.

Parçebûn û parçekirin ji wan re bûye wek pençeşêrê û ketiye xwîna wan, zû bi zû nikarin terka vê nexweşîyê bikin. Her çiqasî em gelek caran PKK û kiryarên wê rexne bikin jî, sûc û gunehê van partîyên din jî ne kêmî yên PKK ne. Bi parçebûn û parçekirinê wan jî bi qasî PKK ziyan dane û didin Kurd û Kurdistanê. Bi ser ku rastîyê dizanin û dibînin jî, berjewendîyên wan yên şexsî û partîtî rê li ber pêkhatin û pêkanîna alternatîfên Kurdistanî digrin, hêvî û xewnên Kurdan beravêtî dikin, wan xeyalşikestî dikin û Kurdan ji hestên Kurdayetîyê dûr dixin.

Ev nexweşîya bê derman, ne tenê di qada siyasî de, herweha di qada çapemenîyê de jî derdikeve holê. Li şûna ku di înternetê de televizyonek hevbeş vekin û bi yekdengî xebata çapemenîyê bikin, her şexs, hêz, platform û partî televizyonekê ji xwe re vedike û xwe û Kurdan dîsa riswa dikin.

Nexweşîyên şexsî, ezezî, partîtî û ezbetî mixabin di her qada civaka Kurd de rûniştiye û sersebebê vê yekê jî bêguman rêvebir û partîyên Kurd yên siyasî ne. Ji berê de gotine “ masî ji serê xwe genî dibe ”. Gava rêvebir û partîyên me yên siyasî li dûv berjewendîyên xwe bin, wê Kurd jî heman tiştî bikin û dev ji berjewendîyên netewî berdin, wê ji Kurdayetî û Kurdistanîbûnê dûr bikevin.

Ev yek di pêşketina asîmîlasyonê de jî wilo ye. Asîmîlasyon ji jor dets pê dike û dadikeve jêr. Heger rêvebir û siyasetmedarên me bi zimanê Tirkî siyaset nekiribûna, heger di malên xwe û partîyên xwe de bi Tirkî neaxivîbûna, wê Kurd jî ewqasî asîmîle nebibûna.

Werhasilî kelam, mijara me li ser çeteyan bû.

Birastî çete kî ne?

Gelo Kurdên ku bi mal û canê xwe, bi xwîna xwe Kurdistanê diparêzin  çete ne, yan Kurdên ku li dijî Kurdistanê ne?

Gelo Kurdên ku xwe ji bo dewletbûna Kurdistanê dikin sîper û mertal çete ne, yan Kurdên ku xwe ji bo paraztina sînorên dewletên dagîrker dikin sîper û mertal çete ne?

Gelo Kurdên ku xaka Kurdan wek Kurdistan bi nav dikin çete ne, yan Kurdên ku navê Kurdistanê dikin Bakurê Rojhilatê Sûrîyê, Iraqê yan Tirkîye û Îranê çete ne?

Gelo Kurdên ku bi Kurdî daxivin çete ne, yan Kurdên ku 24 saetan bi Tirkî, Erebî û Farisî daxivin û xizmeta asîmîlasyonê dikin çete ne?

Ez bi xwe nizanim kî çete ye, kî ne çete ye. Tu belge û delîl di destên min de tunene û ez naxwazim kesî têxim bin tohmetê jî.

Li gor min du cûre çete hene.

Çeteyên ku berjewendîyên Kurd û Kurdistanê diparêzin, ango çeteyên Kurd.

Û çeteyên ku neyartîya berjewendîyên Kurd û Kurdistanê dikin, ango çeteyên xelkê.

Ez wê nizanim, lê ez bi xwe jî çete me. Çeteyê zimanê Kurdî me !

 

 


Z.Brîndar

15.01.2021


Nivîsêndi : Xiyanet û xwefiroşî vîrûsa herî mezin e