Dr. Şêrîn Mele Mistefa
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Hemû gotarên nivîskar

Bandora Pêlên Elektromagnetîk û Roniya Şîn li ser tenduristiya zarokan (Beşa 3)

Pêlên elektromagnetîk- Roniya Şîn a ji dîmendêrên dîjîtal û telefonên zîrek belav dibe û bandora wan a li ser tendûristiya zarokan?

Xetereya pêlên elektromagnetîk (radyasyon) belavbûna van pêlan qadeke elektromagnetîk çêdike.

Pêvgirêdana dijîtal :

Mijûlbûna hiş bi telefona zîrek: 24 saet hiş li serê ye.

Birçîbûna bi telefona zîrek: Mirov her dem dixwaze tê de be û hewcedarî her zêde dibe.

• Mirov bersiva qedexekirina telefonê bi awayekî agresif û asabî nîşan dide.

Qurbanî û rîsk: Mirov karê girîng, çi ders, çi kar hemû dike qurbana telefûnê.

Înkar û Derewînî: Na ez ne ketime înternetê.

• Tiştek nake, ji bo mijûlbûna bi jiyana xwe rastî re (Mirovê bengiyê telefonê ye dikare 32 saet di jiyana sanal de bijî)

• Qîmet di malbatê de nebîne, hizûrê jî di jiyana sanal de wê bibîne.

• Bê kontrol e azad e kare bê tirs û fedî  rihet têkeve internetê, lê belê di jiyana rastîn de qeyd û şertûmerc hene.

***

Tiştên divê bên kirin:

  1. Her serê 20 xulekan 20 çirkan çavên xwe vehisîne û rihet bike.
  2. Zarokên navbera 5-13 saan de ne her sal kontrola çavên wan bide kirin.
  3. Lêkolîner dibêjin xebitandina dijital a 1 saetê her çiqas zêde bibe derengbûna axaftina zarokan jî bi derengî dikeve.
  4. Ji 6-18 -24 meh bêguman çênabe bê xebitandin.
  5. Divê malbat jî vê yekê bi kar neyîne û ew nebine nimûneyeke xirab.
  6. Di dema serdanên malbatê de têlefonên xwe negirin.
  7. Dema zarokan bi spor, xwendina çîrokan, muzîk, hobiyên wan derbas bikin.
  8. Navbera  3-5 sal 1 /2 saet.
  9. Navbera 6-12 sal  1 saet.
  10. Destûra malbatê bixwaze
  11. Ekranê di asta çavên xwe de astî bikin.
  12. Demjimêra destûra xebitandina telefonê diyar bikin û kontrol bikin.
  13. Bernameyên ku zarok lê dinêrin bişopînin.
  14. Dema razanê û dema ku têlefon tê de tê bikar anîn destnîşan bikin.
  15. Kontrola Dê û Bav
  16. Li ser Înternetê çalakiya zarokê xwe bişopînin.
  17. Aplikasyonên ji bo kontrolkirina dema bikaranîna telefonê ya ji aliyê  zarokan ve.
  18. Van biryaran bi zarokên xwe re bipeyivin û wan ji xetereyên telefonê agahdar bikin.
  19. Di odeya razanê de divê ekran tune bin.
  20. Çênabe di deverên taybet; weke WC, li mêvantî, li ser xwarinê telefon bên bikaranîn.
  21. Fikra qedexekirina wî ji bo bikaranîna têlefonê bê çareserkirin.

Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşiyên Zarokan)