Dr. Şêrîn Mele Mistefa
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Hemû gotarên nivîskar

Bandora Pêlên Elektromagnetîk û Roniya Şîn li ser tenduristiya zarokan

Pêlên elektromagnetîk- Roniya Şîn a ji dîmendêrên dîjîtal û telefonên zîrek belav dibe û bandora wan a li ser tendûristiya zarokan?

Xetereya pêlên elektromagnetîk (radyasyon) belavbûna van pêlan qadeke elektromagnetîk çêdike.

Beşa (1):

Em heta niha, di dîroka xwe ya nêzîk de rastî du nifşên zarokan hatine:

A) Nifşekî bi hejandina derguşê û lorîn û stranên dayikê çavên xwe vekir. Di heman demê de bi çîrokên pîrikên xwe dihatin razandin û dema xwe bi lîstikên  zarokan derbas dikir. Bi qulipandina pelên kitêbên bi rengîn û tîp mezin çîrok dixwendin. Perwerdiya xwe bi tebeşîr û pênûsê werdigirt, di tariyê de radiza, şewqa wî heyv, tav û sterik bûn. Jiyaneke besît û paqij bû û haşkirina pitik û sebiyan bi memik û lorînan bû.

Rojen xweş bi malbat, heval û meriv û cîranên xwe re derbas dikirin.

 B) Mixabin nifşê din çavên xwe bi telefonên di destên dê û bav de li jiyanê vekirin. Û ev telefon bûye navgîn û amûreke ji bo hedinandina ji giriyên wan û tiştekî kêf û balkişandinê.

Jiyaneke bi şewqa kompîter, telefonên zîrek, amûrên lîstik, tv dike ku zarok dûrî civak û heval û ehlan bimîne. Di deryayeke gelekî mezin de  bi pêlên elektromagnetîk tê xeniqandin û roniya şîn çav û mêjî xera dike.

Helbet aliyên baş ên van amûrên teknolojîk jî hene. Bo nimûne mirov dikare wan di perwerdeyê de bi kar bîne û bi nûçeyên ku ji wan werdigire derbarê cihanê de bibe xwedî agahî. Wekî din pêwendî û danûstandineke baş dike ku hinek xetereyên van amûran kêm bibin.

Radyasyona ku qada elektromagnetîka amûrên weke telefonên zîrek, tv, mîkropêl, mekîneyên por ziwakirinê, radyo, wi-fi, sinyalên radarê, stasyonên tv, telefon û radyoyan çêdikin hemû derdorên me rapêçane.

Roniya şîn ku ji dîmendêra telefona zîrek derdikeve beşek ji spektrûma roniya ku bi çavan tê dîtin û ji qetikên elektromagnatika ku bi riya pêlan belav dibin e. Li gora direjbûn, frekans û enerjiyê belav dibin. Ronahiya şîn xwediyê pêla herî kurt û enerjiya bilind e.

Ronahiya şîn a ku ji rojê li gorî ya sentetîk ne xwedî enerjiya bilind e û ev di tv, tablet û telefonên zîrek de tên bikaranîn e.

Ronahiya xwezayî ya ji rojê kontrola razan û xewê û şiyarbûnê dike.

Bedana mirov frekansa 8 dewir/saniye dikare  tehmûl bike.

Telefona desta frekansa we 60 dewir/saniye yani 900 megahertz e. Radyason û pêlên elektromagnatîsê bi du riyan ziyanê dide bedena mirovan:

  1. Heke frekans bilind be bi tesîra germahîyê bandor lê dike.

     2- Heke frekans nizm be di laşê me de bi guhertina kîmyawî ziyanê dide. Ev pêl digihîje heta bi DNAya me, sîstema senteza proteînan a baş xera dike. Û bi vî awayî ziyanê dide mêjî û endamên bedenê û rê li ber zêdebûna bê kontrol a şaneyan vedike. (Mekanîzma ya penceşêrê şiyar dike)

Çawa li bajarê mezin û qelebalixiya trafîkê û dixana siwareyan hewayê qirêjî dike û nahêle ku roniya şîn û pêlên elektromanyetîk bê dîtin.

Mirov dikare bibêje ku pêlên elektromagnatikê jî daristaneke paqij qirêj dikin.

Ji ber telefon û dengê xişexişiya ji TV'yê. Bi van pêlên elektromanyetîk ên gelekî bilind balafir jî dikarin bikevin.

Di bedena me de gelo pêlên elektromanyetîk hatine barkirin an na?

Gava te destê xwe da mirovekî û elektrîkê  te girt. An jî gava mûyê laşê bibin weke şûjinan û ev ne ji ber sermayê be, wî wextî elektrîk li te hatiye barkirin. Ji bo parastinê divê tu li xwezayê vegerî. Ax û ava deryayê bi radyasyona pozîtîf hatine barkirin. Divê em bedena xwe xwe neutralîze bikin ku ev jî bi axê çêdibe û xwas pêl axê bikin. Ji derve bi wifitên cîranan ji bo radyasyon nekeve malê hesinê oksît di dîwaran de, boyaxa mignatis tê bikaranîn. Wekî din gerdeniya zîv rêjeya radyasonê dadixîne.

A-Telefonê  nêzîkî  xwe neke dûrî laşê xwe bike.

B-Divê bi metroyekê dûrî serê te be.

C-Gava di şarjê de be, nexebitîne ji ber ku radyason 10 qatan zêdetir li bedena te bar dibe.

E-Telefona te bila orîjînal be.

D-Kêm biaxive .

E-Guhoka (berguhka) bi kablo bixebitîne.

F- Blutooth nexebitîne.

G-Wi-fi bigre

H-Taybetiya lokasyonê bigire û pasîf bikin, bi vî awayî barkirina pêlan wê kêmtir dibe.

I-Telefon çênabe di odeya razanê ya zarokan de be!