Gelo Medya Başûr çi dike?

Divê PDK çareseriyekê ji bo medya xwe bibîne lê medya PDKê wisa lê hatiye ku guherîneke pozîtîf di demeke kurt de ne mimkûn e. Xwedê alîkarê PDKê û Barzaniyan be!

Em ji medya Tirkî dikarin baş bibînin ku li hember êrîşên tên ser welatê wan çawa xwe diparêzin. Tu dibêjî qey medya Tirkan li sîperê rawestiya ye û li hêviyê ye ku yek devê xwe li hember Tirkiyê veke.

Yekser bi manşetên wek; “Dijminên Tirkiyê dîsa diaxifin. Ew ji xwe terorîst in! Emê bidin zanîn ka hêza Tirkiyê çawa ye?“ bersiva wan didin.

Heman tişt ji bo medya PKKê jî derbas dibe:

Medya PKKê li hêviyê ye ku neferek yan aliyek dengê xwe li hember PKKê veke.

Medya PKKê di cih de bersiva wan bi gotinên; “Hûn xayîn in, hûn cehş in, hûn xiyanetê dikin, PDK jî serkêşê xiyanetê ye!” dide.

Baş e gelo Medya PDKê çi dike?

Medya PKKê, medya Tirkan, medya Komara Îslamî ya Îranê, heta radeyekê jî medya Iraqê, hemû dijayetiya PDKê dikin.

Medya Tirk, rojnamevan û gelek akademisyenên wan PDK û Barzaniyan hedef digrin û wan wek, “Kevneperest, feodal, metirsîdarên herî mezin, pasewanên Emperyalîzm û Îsraîlê pênase dikin.

Medya Komara Îslamî, PDK û Barzaniyan wek peyayên siyonîzma Îsraîlê û Emperyalîzmê pênase dikin.

Medya Iraqê, tenê dijminyatiya PDK û Barzaniyan dike. Wan wekî hevpeymanên Amerîka û welatên dagirker pênase dike.

Medya PKKê, ji medya Tirk, ya Komara Îslamî û ya Iraqê ne kêmtir lê zêdetir dijayetiya PDKê û Barzaniyan dike. Peyvên xwefiroş, xiyanetkar, feodal, kevneperest ji qelemên PKKê kêm nabe. Qasî ku medya PKKê li hember PDK û Barzaniyan dinivisîne li hember Tirkan nanivîsîne.

Baş e li hember van êrîşan medya PDKê çi dike?

Ew îmkan û materyalên ku di destê medya PDKê de ne, ne di destê medya PKKê de ne û ne jî di destê TRT û Ajansa Anadoluyê de ne. Lê kadir û rojnamevanên medya PDKê yan nizanin van îmkan û materyalan bi kar bînin, yan ditirsin, yan jî li gor hizra rojnamevaniya xwe tevdigerin.

Hizra rojnamevaniya hinekan di medya PDKê de çi ye?

Qaşo ew camêr bê teref in, ji bo wan hemû partî û serkirdeyên Kurd wek hev in.

PKK êrîş tîne ser wan, ew bê teref in,

PKK axa wan dagir dike, ew bê teref in,

PKK gundên wan xirab dike, ew bê teref in,

PKK dibêje, “Hûn nizanin îdare bikin, ezê hikumta herêma Kurdistanê birêve bibim!”  Lê ew dîsa her bêteref in û nikarin bêjin, ku ‘PKK tevaya Kurdistanê wêran kiriye û bila ew herin ser konê xwe…’

Ev hizr û helwesta kadir û rojnamevanên medya PDKê dibe sedem ku ew nikarin bersiva êrîşên PKKê bidin.

Baş e ji bo çi bersiva Stratejîstên dewleta kûr ya Tirkan nadin?

Stratejîstên dewleta kûr ya Tirkan bi salan e PDK û Barzaniyan wek “Metirsî’ ya herî mezin, di nav Kurdan de dibînin û bi şev û roj tirba wan dikolin.

Gelo kesek di nav medya PDKê de nîne ku bikaribe bi şêweyeke medenî bersiva wan bide?

Nikarin, ji ber ku hizra rojnamevaniyeke rast û dûrist di nav wan de yan nîne yan jî pir kêm e. Ji bo hinekan jî Tirkiye welatekî xoşewîst e ku ‘HOLIDAY’ a xwe ya salane têk nadin.…

Di dawîya nivîsa xwe de; Ger kadir û rojnamevanên medya PDKê wek kadir û rojnamevanên medya PKKê xizmeta partiya xwe bikirana niha Kurdistana Başûr di asteke pir bilindtir de bû….

Fedakariya rojnamevanên medya PDKê wek fedakariya rojnamevanên medya PKKê nabe..!

Divê PDK çareseriyekê ji bo medya xwe bibîne lê medya PDKê wisa lê hatiye ku guherîneke pozîtîf di demeke kurt de ne mimkûn e.

Xwedê alîkarê PDKê û Barzaniyan be, em hewla Xwedê dikin, ji ber ku kes guhdariya me nake…