Amîne Xatûn yek ji baştirîn nimuneya serhildana Barzaniyan e!

Di 39emîn salvegera Enfala 8 hezar Barzaniyan de, ji bo xakspartina100 şehîdên enfalkirî yên Barzaniyan, roja 31ê Tîrmeha 2022yan li gundê Barzan merasîmek bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirs, mêvan û malbatên şehîdan hat kirin.

Ew her sed şehîdên Barzaniyan, ji aliyê rejîma berê ya Iraqê Beasê ve wekî bi hezaran enfalkiriyên din bi saxî hatibûn binaxkirin û şehîdkirin.

Rûfatên wan piştî 39 salan li bajarê Musena yê naverasta Iraqê hatibûn dîtin û li axa pîroz a Kurdistanê hatin vegerandin.

‘Dîktator çû cehnemê, Barzanî bi serbilindî di nav me de ne’

Rûfatên 100 şehîdên Barzaniyan li Goristana Şehîdên Enfala Barzaniyan hatin veşartin ku ew der wekî sembola têkoşîn, berxwedan û tarîxa dilsoj a Barzaniyan e.

Serok Barzanî di merasîmê de got: “Demekê dîktatorekî pir pozbilind digot Barzanî gihîştine cezayê xwe û me ew şandin dojehê lê îro Barzanî bi vê serbilindiyê di nav me de ne û ew çû cehnemê.”

Di dema merasîma şehîdan a li gundê Barzan dîmenên balkêş jî hebûn ku kalemêr û pîrejinên malbatên şehîdan bi serbilindî erka xwe ya dawî ji bo şehîdên xwe bicih dianîn.

Yek ji wan kesên dengê wê di merasîmê de olan da jî pîrejineke reşgirêdayî bû ku dîrok û berxwedana salan a Kurd û Kurdistanê ji sekna wê derdiket holê.

Ew pîrejina ku bi heybet di merasîma şehîdan de dengê xwe ji bo nifşên nû bilind dikir Amîne Xatûn bû.

Amîne Xatûn dema birêveçûna merasîmê û xatirxwestina şehîdên Enfala Barzaniyan li ser pirsa ‘çi kesê te di enfalbûyan de heye?’ dibêje, “Hemû şehîdên li vê derê birayên min in, pismamên min in, kur û keçên xwişkên min in. Hemû kurên min in. Ferq nake. Di rêya kurdîniyê de çûne, hemû yên me ne.”

‘Şehîd sax in, em mirî ne’

Amîne Xatûn wiha dewam dike: “Hemû Barzanî ne, li ser navê Barzanî hatine şehîdkirin. Şehîd sax ne mirî ne, em sax in em mirî ne. Ez Barzanî me, Pêşmergeyê şorêşên Îlon û Gulanê bûm. Li cem Mele Mistefa Barzanî Pêşmerge bûm.”

Amîne Xatûn şahida zindî ya tarîxa Barzaniyan e

Di dawiyê de jî Amîne Xatûna şahida zindî ya tarîxa Barzaniyan, ji Mahabadê heta Silêmaniyê û Barzan dîroka berxwedana Barzaniyan bibîr dixe û ji bo Serok Mesûd Barzanî jî dibêje, “Hûn hemû guhê xwe jî bidinê hûn ti zirarê jê nakin.”

Amîne Xatûn kî ye?

Serpêhatiya wê çîroka dilsozî û kurdiniyê ye…

Amîne Xatûn kêlî bi kêlî, qonax bi qonax hemû heyamên têkoşîn û berxwedanê bi çavên xwe dîtine.

Niha temenê wê nêzîkî 90 saliyê ye û wek Çinarekê bi serbilindî li ser soza xwe ya kurdînî û Kurdistanê ye.

Bavê Amîne Xatûn Mihemmed Zibeyîr, bi qasî 33 salan temenê wî ji Barzaniyên nemir mezintir bû Çavê wî li Mele Mistefa Barzanî bû û wî hildigirt jî. Herwiha di têkoşîn û berxwedanê de jî cî girtiye.

Heta sala 1943yan ligel Mele Mistefa bû û bi hev re derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Mihemmed Zibeyir ligel Mele Mistefa Barzanî tevî hemû malbata xwe ango Amîne Xatûn û 3 kurên xwe diçe Mahabadê.

Amîne Xatûn û malbata xwe dibin şahidê damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê. Yanî Amîne Xatûn yek ji wan kesane ku li Mahabadê di bin sîbera Komara Kurdistanê de jiyaye.

Birayekî Amîne Xatûn li Mahabadê wefat dike

Birayekî Amîne Xatûn li Mahabadê jiyana xwe ji dest dide. Gava Komara Kurdistanê ya Mahabadê têk diçe û Mele Mistefa derbasî Sovyetê dibe jî Mihemmed Zibeyîr herdu kurên xwe yên ji Mahabadê vegeriyane Xalit û Babekir ligel Mele Mistefa rê dike Sovyetê.

Ji ber ku temenê wî wê demê 75 sal bû, her çiqas xwestiye jî nekariye ligel Mele Mistefa Barzanî rêwîtiya Sovyetê bike û ew û keçên xwe Amîne û Gul a hunermend, li Kurdistanê dimînin.

Amîne Xatûn li kêleka Mele Mistefa Barzanî Pêşmergetî kiriye û di şorên Îlon û Gulanê de jî Pêşmerge re alîkarî kiriye.

Belê ev çîroka Amîne Xatûn yek ji baştirîn nimuneya serhildana Barzaniyan e. Weke ku em dibînin, ji roja dayikbûna xwe ve ji Herêma Barzan heta Mahabad, ji Mahabad heta rêwîtiya dirêj ya Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî, ji Şoreşa Îlonê ta Şoreşa Gulanê û heta vê kêliya jiyan xwe ku gihîştiye 90 saliya xwe, bûye şahidê hemû qonaxên Şoreşa Başûrê Kurdistanê.

Ji bo min bi rêyeke tesadufî be jî şerefek bû ku biçim Amîne Xatûn bibînim, ji nêzîk ve nas bikim û destê wê maç bikim.

Piştre ez hîn bûm ku min ev malbata şahidê dîroka serhildanê, beriya niha di sala 1990î de li bajaroka Nagedeh a Rojhilatê Kurdistanê nas kiribû, gava ew hîn li wê derê penaber bûn.


 Rojhat Amedî 

  02.08.2022