Yekitî û berpirsiyariya ENKSê

PeyamaKurd - Rewşa rojavayê Kurdistanê ber bi kûve diçe baş nayê zanîn û nirxandinên li ser rewşa heyî têne kirin piranî ji siyaseta li ser erdê dûrin û ne serastin. Hêzên rejimê bi hewldanên Rusya li gelek deveran cih bûne.  Amerika li gel HSDê hinek deverên Suriye û rojavayê Kurdistanê kontrol dike. Tirkiye xalên gelek stratejîk vegirtine û dixwaze bandora xwe zêdetir bike. Rusya li gel rejimê tevdigere. Di vê rewşê de gerek kurd çi bikin.

Ji berî her tiştekî dive di nava tevgera kurd de yekitiyek pêkwerê . Gelek cara behsa vê yekitiyê tê kirin,  bi çavderiya serok Barzanî de 3 peyman di nava TEV DEM û ENKSê de hatine îmze kirin. Lê yek ji wan jî jib o helwesta PKK ya ne rast neketiye di jiyanê de.

Îro rewş hinek cudaye, Amerika vekirî dixwaze PYD, HSD ji Qendil dûr bikeve û siyasetek din biafirînin. HSD di vê derbarê de hinek gav avêtine. Ji bo yekitiyekî di nava tevgera kurd de fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Kobanî hinek daxûyaniyên erênî dide, herweha bersiva daxwaziyên ENKSê jî dide. Kobanî di daxûyaniyekî de behsa girtîyên ENKSê dike û dibêje tu asteng di rêya vekirina ofîsên ENKSê de nemaye.

ENKS jî dive bersiva Mazlum Kobanî bi erênî bide û di vê derbarê de hinek gava bavêje. Eger ENKS vê yekê nekê dê bikeve di nava çewtiyek siyasî de.

Ji bo li rojavayê Kurdistanê di nava tevgerên kurd de yekitiyek di rastiyê de bê avakirin, dive PYD, HSD û hêz aliyên bi wan ve girêdayî wesayeta PKKê qebûl nekin û ji bo berjewendiyên rojavayê Kurdistanê tevbigerin.

Herweha ENKS jî dive bi erênî nêzikî yekitiyê bibe gavên baş bavêje. Dixweyê ku di aliyekî de bandora Tirkiye li ser hinek endamên ENKSê heye û ew kes li gora daxwaziya Tirkiye jî tevdigerin. Nabe rêveberiya ENKSê rê bide van kesan û heta pêwiste wan ji desthilatdariyê dûr bêxe. Pêwendî li gel welatekî tişteke, lê bi temamî li gora daxwaziyên wan tevgerandin tiştek dine.

Dema mirov besa yekitiya bike pêwiste mercên heyîn berbiçav bigre û rastiyekî destnîşan bike. Nabe tenê hema bejin dive yekitî pêkwrê. Her aliyê behsa yekitiyekî bike, dive projeya xwe jî bi zelalî eşkere bike.

Di vê pêvajoyê de berpirsiyariya herî mezin dikeve li ser mile ENKSê. Divê ENKS li berpirsiyariya xwe bi cih bîne û hêja bi çalaktir pirsa yekitiyê binirxîne û di nava xw e astengên heyî ji hole rake.

 

Rojevakurd

Analîz / N.Firat